Amed (Rûdaw) – Li tevahiya Bakurê Kurdistanê Saziya Çêkirin û Belavkirina Elektrîkê DEDAŞê bi hinceta deyndariyê dest daniye ser pereyê cotkaran.
Serokê Jûra Çandiniyê a Amedê dibêje ku cotkarên ku di çandiniyê de ceyranê bikar naynin jî ji aliyê DEDAŞê ve hatine mexdûrkirin û saziya dewletê dest daniye ser pereyê hemû Cotkarên Bakurê Kurdistanê.
Cotkarên ku bi qerz û tarxanên dewletê dikarin debara xwe bikin, ji vê yekê gelek bi gazinc in. DEDAŞ îdia dike ku cotkar ceyranê bikar tînin û berdêla ceyranê nadin.
Suleyman Îskendergolu cotkarekî Amedî ye ku li gundê Şêxkenda Amedê genim diçine, di van mehên buharê de ew her tim li ser erdê xwe ye û çavdêriyê dike ka dê îsal kar û zerara xwe derxe an na.
Wek hemû cotkarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Silêman Îskendoroğlû jî ne tenê ji dahata hilberînên xwe her wisa bi qerz û tarxanên dewletê dikare debara xwe bike; lê îsal Saziya belavkirina Elektrîkê DEDAŞê dest daniye ser pereyê wî û ew ji tarxanê dewletê bêpar maye.
Suleyman Îskendoroğlû ji Rûdawê re wiha got: “Tu têkilî û pêwendiya me ne bi DEDAŞê re ne jî bi ceyranê re heye. Em erdên xwe bi ava sûlavê av didin. Lê DEDAŞê dest daniye ser pereyên me yê ku dewlet salewext ji bo alîkariyê dide me. Kompanyaya Elektrîk a Dîcleyê (DEDAŞ) xuya ye ku bi destê dewletê zordariyê li me dike.”
Li Bakurê Kurdistanê erdên çandiniyê ji sedî 70 erdên avî ne, cotkar an ji bîran an jî ji sûlavên ber erdên xwe avê digirin û avdaniyê dikin, yên ku elektrîkê bi kar tînin jî hene yên ku naynîn jî hene; lê DEDAŞê bi carekê hemû cotkaran kiriye deyndar.
Serokê Jûra Çandiniya Sûrê Vedat Mirza Çîftçî dibêje ku saziyên fermî nemaze dixwazin ku pişta hemû cotkarên herêma me bişkînin.
Serokê Jûra Çandiniyê yê Amedê Vedat Mîrza Çiftçî jî wiha axivî: “Li welatê me jixwe cotkarî gelek karek bi zehmet e, ev pereyê ku dewlet salewext dide cotkaran ji bo çandiniyê gelek girîng e, ji ber ku cotkar bi vê pereyê hemû hewcedariyên xwe pêk tînin. Eger ev pere were birîn dê cotkarên me perîşan bibin û çandinî dê li welatê me were ber asta tunekirinê.
Li tevahiya Bakurê Kurdistanê xelk ji sedî 67 debara xwe bi çandiniyê dike. Tenê 12 hezar cotkar endamên Jûra Çandiniya Sûra Amedê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse