Mehabad- Dadgehê fermana mirina sê çalakvanên kurd da!

11-04-2015
RÛDAW
A+ A-

Mehabad (Rûdaw) – Li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdisanê, 3 çalakvanên sivîl ên kurd bi hêceta “muharebê-şerê Xwedê” bi cezayê îdamê hatin mehkûmkirin.

Saziya Parêzerên Mafên Mirov li Îranê, ragihand, dadgeha şoreşa îslamî ya Mehabadê sê çalakvanên kurd ku bi tohmeta danîna bombe û endamtiya Partiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê (Komele) hatine girtin, bi cezayê îdamê mehkûm kir.

Wê saziya mafên mirov diyar kir ku heta niha ew fermana dadgehê ji malbatên girtiyan re nehatiye gotin.

Çalakvanên kurd ên bi navên Sabir Şêx Ebdullah, Husên Osmanî û Diyako Resûlzade, zivistana 2013ê bi tohmeta danîna bombe û endamtiya Komeleyê, li bajarê Mehabadê hatibûn girtin.

Yekemîn dadgeha wan girtiyan bihara par hat kirin û her sê çalakvan wek tohmetbarên teqîna havîna 2010ê hatin girtin.

Roja 22ê Îlona 2010ê, di encama teqînekê de li Mehabadê 12 kesên sivîl ku li manora hêzên ewlehiyê temaşe dikirin, hatin kuştin û zêdetirî 40 kes jî birîndar bûn.

Piştî teqînê, rayedarên Îranê ragihandin ku endamên Komeleyê ew teqîn pêk anîne û wê tîma ku ev kar kiriye jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye jinavbirin.

Lê Komele dibêje, destê endam û pêşmergeyên wan di wê teqîna de tine ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst