HERÊMÊN NAKOK - Yekemîn car e Bexda daxwaze rêkeftinê dike

11-03-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kerkûk Bexda Herêmên Nakok
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw)–  Fermandar û berpirsên bajarê Kerkûkê dibêjin, divê kurd pêşniyara Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya derbarê herêmên nakok de vekolin.

 

Ev 2 sal û 9 meh in 2 lîwa hêzên pêşmerge sînorê bajarokê Beşîrê li hember êrîşên DAIŞê diparêzin. Heta niha bi dehan pêşmerge li vê sînorê şehîd bûne. Nîştecihên vê navçeyê ne kurd in û êrîşên DAIŞê jî kêm bûne. Bi tevê vê yekê jî pêşmerge naxwaze ti hêzeke din cihê wan bigre.

 

Efserê Lîwaya 102 ya Hêzên Pêşmerge Jîno Aştî ji Rûdawê re got; “Me bêyî cudakarî kurd, ereb û tirkmen parastine. Herwiha me bihvre jî hemahengî kiriye. Pêkhateyên din pir kêfxweş in, ku kurd wan diparêzin.”

 

Serokwezîrê Iraqê herî dawî pêşniyar kiribû, ku di mijara birêvebirina herêmên nakok ên madeya 140 de Hewlêr û Bexda rêkeftineke nû bikin. Kurd ji bo rêkeftina siyasî amade ne lê derbarê vegera Artêşa Iraqê ya ji bo van herêman, gotûbêjan nake.

 

Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talabanî ji Rûdawê re got; “Pêşniyara Ebadî pêngaveke baş e. Helwesteke nû ye. Divê kurd jî komîsyoneke berfereh damezrîne û vê pêşniyarê vekole. Beriya çûna Bexdayê divê xalên xwe amade bike.”

Talabanî destnîşan kir, ku niha bi têkçûna DAIŞê qonaxeke nû destpê dike û diyar kir, ku lewma dibe alî bi gotûbêj, helwest û gotara siyasî razî nebin.

 

Aliyên siyasî jî di wê baweriyê de ne, ku helwesta Ebadî helwestek nû ye û pêwîste kurd bersivê bidin. Nerîm Osman, ku çend saleke serokatiya xala 140 dike, pêwîst dizane ku kurd ligel xeyalan nerûne.

 

Endamê Serkirdetiya YNKê Nermîn Osman di vê mijarê de ji Rûdawê re got; “Divê giringî bidin pêşniyarê. Divê kurd projeyekî neteweyî amade bikin û herin ligel Bexdayê biaxivin da ku bikarin ji bo herêmên nakok çareseriyekî peyda bikin.”

 

Piştî kontrolkirina Deşta Nînowa û beşek ji herêmên Kerkûkê, yekemîn car e ku Bexda ji kurdan dixwaze li ser birêvebirina herêmên nakok ên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê rêkeftineke nû bikin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst