Polîsên trafîka Silêmaniyê girev şikandin lê bi merc!

11-02-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Silêmanî (Rûdaw) – Polîs û karmendên trafîkê yên bajarê Silêmaniyê, ku ji ber gîrobûna mûçeyê xwe ketibûn girevê, gireva xwe şikandin.

Karmend û polîsên trafîkê yên bajarê Silêmaniyê, ku çend roj bû li dijî kêmkirin û gîrobûna mûçeyê xwe ketibûn girevê, îro gireva xwe şikandin.

Berdevkê rêveberiya trafîkê ya Silêmaniyê, Karwan Mihemed li ser vê yekê ji Rûdawê re got, me bi şertekî gireva xwe şikand ku mûçeyê me jî mîna yê hêzên Asayişê neyê kêmkirin.

Karwan Mihemed diyar kir ku eger sozên ku rayedaran dane wan, bicîh neyên dê dîsa dest bi girevê bikin û neçin ser kar.

Hefteyek bû karmend û polîsên trafîka Silêmaniyê li dijî kêmkirin û gîrobûna mûçeyê xwe nediçûn ser kar. Li şûna wan hêzên Asayişê karên trafîkê dikirin.

Hikûmeta Kurdistanê biryar daye ji ber kirîza aborî, beşek ji mûçeyê karmendan kêm bike lê ev ferman şimûlê hêzên Pêşmerge û Asayişê nabe. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst