Galeriya wêneyan

11-01-2018
13 Photos
RÛDAW

Silêmanî (Rûdaw) – Mala helbestvanê navdarê serdem ê Kurd, Şêrko Bêkes li Silêmaniyê piştî wefata wî bi hemû kitêb û kelûeplên wî yên din hêj bêhna wî helbestvanê navdar dide, her çend ku hêdî hêdî toza bihorîna demê û jibîrkirinê daye wê male.

 

Li mala Şêrko Bêkes ku yek ji stêrkên helbest û wêjeya Kurdî ye, pirtûkxane û kelûpelên wî yên taybet ên weke cilûberg, berçavk û heta paketa wî ya cigareyê mane û li ser cihên xwe ne.

Pasevanê male dibêje, beşek ji wan kelûepêlên Şêrko Bêkes ku di vê male de ne, ji ber nema hewayê zirar dîtine.

Bimuzexanekirina mal û nimayişkirina kelûpelên taybet ên nivîskar û hunermendên navdar piştî mirina wan li cîhanê bûye koltorek û weke sermayeyeke niştimanî û rewşenbîrî ya welat tê dîtin, lê belê hêj li Kurdistanê wê yekê cihê xwe nevekiriye û kar pê nayê kirin.

Şêrko Bêkes di sala 1940an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye û kurê Fayiq Bêkes ê helbestvan e. Şêrko Bêkes di sala 1968an de yekemîn dîwana xwe ya helbestan bi navê Trîfeyî Helbest belav kiriye.

Bêkes bo demekê pêşmergetî kiriye û çend helbest ji bo şoreşa Kurdan li Başûrê Kurdistanê nivîsandiye. Yek ji helbestvanên nûxwaz ên Kurd bûye û di sala 1988an de li Swêdê xelata Tuxuloskî pêşkêşî wî hat kirin.

Helbestên Şêrko Bêkes bo ser zimanên Îngilîzî, Erebî û Farsî û çend zimanên din hatine wergerandin.