Şingal (Rûdaw) – Li devera Şingalê heta niha jî hinek gund û dever ji destê DAIŞê nehatine derxistin. Pêşmerge dibêjin, kengê ferman bê dayîn em amade ne wan deran jî bistînin.
Nêzîkî 2 mehan e bajarê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve ji destê DAIŞê hatiye derxistin lê hîn tevahiya devera Şingalê ji DAIŞê nehatiye pakkirin.
Li başûrê Şingalê, heta niha jî du nahiye, çend gund û wargehek di destê DAIŞê de mane.
Kurdekî êzîdî ji Rûdawê re got, yên ku Şingal rizgar kirin, destê wan sax be lê 6-7 gund mane, ew jî bên rizgarkirin dê pir baş bibe. Me divêt zû vegerin ser warê xwe.
Fermandeyên Pêşmerge jî dibêjin, kengê ferman bê dayîn em amade ne di nav 24 saetan de wan deveran jî rizgar bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse