Li ber avahiya Rûdawê aloziya mela Elî Kelek

11-01-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku melayê bi navê Elî Kelek ê devera Kelekê ya Hewlêrê li Başûrê Kurdistanê, li ser ekrana Rûdaw TV û bi awayekî zindî mîza xwe vexwar û bername terikand, hinek alîgirên wî wek piştgiriya wî li hember avahiya giştî ya Tora Medyayî ya Rûdawê kom bûn.

Îşev li ber avahiya giştî ya Tora Medyayî ya Rûdawê, aloziyek sosret derket. Komek kesên ku xwe wek alîgirên mela Elî Kelek ê ku di bernameya Legel Ranj a Rûdaw TV de mîza xwe vexwar, dan nasîn li ber avahiya giştî ya Rûdawê kom bûn û piştevaniya xwe ji mela Elî Kelek re nîşan dan.

Li ser vê yekê, hêzên polîs û asayişa Hewlêrê gihîştin cihê bûyerê û rewş kontrol kirin.

Di bernameya îşev a Legel Ranj de, ku her hefte roja şemiyê bi awayekî zindî li Rûdaw TV tê pexşkirin, mela Elî Kelek û melayekî dijberî wî mela Mezher, berdevkê wezareta tenduristiyê Xalis Qadir û pijîşkê pisporê derûnî Rêdar Mihemed Emîn beşdar bibûn.


Mela Elî Kelek di dema terikandina bernameyê de

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst