Ji ber nexweşiyeke çandiniyê cotkarên Berwarî rastî ziyanê hatin

10-11-2018
RÛDAW
Berhemên sêvan li Berwarî tûşî nexweşiyê hatine
Berhemên sêvan li Berwarî tûşî nexweşiyê hatine
Nîşan Duhok Berwarî Sêv Nexweşî
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Devera Berwarî ya Duhokê bi berhemanîna sêvan navdar e; kalîteya wan seven ku li vê derê tên berhemanîn gelekî baş e, lê îsal ji ber keş û hewa hatiye guhertin û nexweşiyek peyda bûye, kalîteya wan têk daye û zerareke zêde gehandiye cotyar û baxvanan.

 

Kesên di warê baxevaniyê de xwedan ezmûneke baş in dibêjin, yekem car e berhemê sêvan wiha bibînin û gelekî kêm dibînin.

 

Dervarê vê yekê de baxvan Silêman Taha wiha axifî: “ Temenê min 55 sal e, lê yekem car e ez dibînim wiha li sêvan hatiye. Îsal ji hemû salan cudatir e. Berê li hinek baxan an jî hinek gundan nexweşî hebû, lê îsal li tevahiya herêmê heye.`

 

Ji xeynî nexweşiyên kiştûkalî, bordûmanên Tirkiyê jî bo ser pêgehên PKKê gefeke din in li ser berhemên wan. Hinek ji baxvanan ji ber bordûmanê nikarin biçin nav baxên xwe û ji nêzîk ve xizmeta wan bikin.

 

Derbarê bardûmanên Tirkiyê d ejî Silêman Taha  got: “Li gelek devar ji ber tirsê xelk nikarin herin nav gund xwe. Gelek caran xelk, herêmê çûna nav milkê xwe lêbel, bûna armanca êrişan û şehîd bûne.”

 

Beşek ji cotyar û baxvanan di wê baweriyê de ne ku sedema serekî ya vê nexweşiyê keş û hewa ye ji ber hatiye guhertin; herwiha ligel ava kêm, germa jî bûye sedem ku sêv berî dema xwe mezin bibin û piştre jî teyrokê zerar gihandiye wan.

 

Muxtarê Gundê Cedîduk û baxvan Emanuel Ziya  jî got yek ji sedemên nexweşiyê havîna îsal zêde germ bû û baran jî kêm bariya.

 

Salane çendîn ton sêv ji baxên devera Berdwarî ya Duhokê tên berhemanîn, lê îsal ji ber vê nexweşiyê ti berhemekî wiha yê hinek bexçeyan nebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst