Dêrik- Asayişê 2 berpirsên TCKê eşkence dan û ew avêtin çolê

10-11-2015
RÛDAW
A+ A-

Dêrik (Rûdaw)- Asayişa bajarê Dêrikê 2 berpirsên Tevgera Ciwanên Kurd (TCK) girtin û ew eşkence dan û piştre ew avêtin çolekê.

Duhî li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê alîgirên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daketin xwepêşandanê li dijî biryarên Kantona Cizîrê, lê endamên asayişê û alîgirên Tevger Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi tundî êrişî wan kirin û gellek xwepêşander jî girtin.

TCKê di daxuyaniyekê de ragihand: “Herdu berpirsên me (Kawa Îsmaîl û Mehmûd Liyanî) piştî xwepêşandarê di bin gega çekan de, ji aliyê asayişê ve çend saetan hatin girtin. Di girtîgehê de çavê wan hatibû girtin û rastî eşkencedaneke mezin hatibûn. Pişt wê jî li çoleke dûr hatin avêtin.”

Tevgera Ciwanên Kurd asayişa Dêrkê û TEV-DEM bi revandina hevalên xwe tometbar dike û daxwaz ji hêzên kurdistanî kir ku gufaşê li KCKê li Qendîlê bikin, da ku ew jî bihêle TEV-DEM siyaseta xwe li Rojavayê Kurdistanê biguhere.

TCKê li hember wî karê asayişê ragihand: “Jibilî ku em vî karê asayişa TEV-DEM şermezar dikin, em biryarên kantonên Rojava û hewlên wê bo girtina desthilat bi awayekî tekane û redkirina karê hevbeş û yektiya navmala kurdî, protesto dikin.”

Kawa Îsmaîl, Endamê Emîdaretiya Giştî ya ENKSê ye.

ENKSê biryar dabû ku li bajarê Dêrikê xwepêşandaneke pirotestokirinê li dijî biryarên Rêveberiya Xweser a ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve mîna ferzkirina programa xwendinê, lidar bixe, lê rastî êrişa asayişê û alîgirên TEV-DEMê hatin.

Di wê xwepêşandanê de hêzên asayişê rojnamevan Azad Çemkarî û Endamê Polîtburoya PDK-S Mihemed Elî Bavê Nado jî girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst