Galeriya wêneyan

10-10-2023
32 Photos
Bilind T. Abdullah

Foruma Enstîtuya Lêkolînan ya Rojhilata Navîn (MERI) bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê, îro li Hewlêrê dest pê kir.

Gelek nivîskar, lêkolîner, siyasetmedar, çalakvan û rojnamegerên ji Îraq û Herêma Kurdistanê beşdarî MERIyê bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî forumê bû û axaftinekê pêşkêş kir.

Foruma MERIyê ya ku îro dest pê kir dê sibe bi dawî bibe.

Di forumê de gelek mijarên girîng tên nirxandin û gotûbêjkirin.

Di forumê de babetên wekî “Îraq ji bo her kesî”, “Îraq û cîranên wê”, Di hevkêşeya herêmî û cîhanî de Îraq û Herêma Kurdistanê” û “Hevkariya Navneteweyî ji bo avakirina dewletê li Îraqê” rojev in.

Wêne: Bilind Tahîr / Rûdaw