Meral Daniş Beştaş: Dixwazin dengê me qut bikin, lê nikarin

10-10-2022
Abdulselam Akinci
Parlamenter û Seroka Fraksiyona HDPê di parlamentoya Tirkiyê de Meral Daniş Beştaş, roja Yekşembê 9ê Cotmeha 2022an li Amedê daxuyaniyê de medyayê.
Parlamenter û Seroka Fraksiyona HDPê di parlamentoya Tirkiyê de Meral Daniş Beştaş, roja Yekşembê 9ê Cotmeha 2022an li Amedê daxuyaniyê de medyayê.
Nîşan Amed Meşa Azadiyê Meral Daniş Beştaş HDP
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Parlamenter û Seroka Fraksiyona HDPê di parlamentoya Tirkiyê de Meral Daniş Beştaş ku di çalakiya duh a li Amedê de amade bû ji Rûdawê re got, “Li Tirkiyê dixwazin dengê me qut bikin, lê ew nikarin dengê me asteng bikin.”

Bi helkefta protestokirina derxistina rêberê PKK Abdullah Ocalan a ji Sûriyê, HDP, DBP û KCD û hejmarek alîgirê wan li taxa Rêzan a Amedê xwestin meşek lidar bixin. Lê meşa wan ji aliyê hêzên emnî ve hat astengkirin.

Di encamê de hevseroka HDP a Amedê Gulistan Atasoy û hevserokê HDPê yê Amedê Zeyat û Ceylan û hevserokê DBP ê Amedê Xêredîn Altûn jî di tev de nêzîkî 50 kes hatin desteserkirin û bo navenda emnî hatin veguhestin.

Parlamenter û Seroka Fraksiyona HDPê di parlamentoya Tirkiyê de Meral Daniş Beştaş ku di çalakiyê de amade bû ji Rûdawê re got, “Wek hûn dizanin em îro ji bo ku 9ê Cotmehê protesto bikin li vir in. Mudîrên emnî astengî ji me re derdixin û nahêlin em daxuyanî bidin. Di rastî de ne hewce ye ku mirov tiştekî bêje. Belê li vir axaftin qedexe ye. Daxuyaniya me tê qedexekirin. Hemû hevalên me hatin desteserkirin.Tenê ji bo daxuyaniyekê tiştên ku dikin hûn dibînin. Li Tirkiyê asayiş weke hûn jî dibînin dixwazin dengê me qut bikin. Lê ew nikarin dengê me asteng bikin, em dê sibê li meclisê daxiyaniyek çapemeniyê bidin û vê kiryarê şermezar bikin. Ev tişta ku aniha li beramber parlementeran tê kirin zordarî ye. Ev dîmenên hanê dîmenên sosret ên Tirkiyê ne. Ew çima dixwazin qanûna sansorê bînin jî ji van dîmenan tê  fêmkirin.”

Tevî ku çendîn cara di navbera asayiş û xwepêşanderan de müzakere jî hatin kirin ji bo meşê destûr derneket  û di encama çalakîyê de Hevseroka HDPê ya Amedê Gulistan Atasoy û Hevserokê Amedê yê HDP Zeyat Ceylan û Hevserokê DBPê yê Amedê Xêredîn Altun jî di tev de nêzîkî 50 kes hatin desteserkirin,

Remzîye Tosûn, parlementera HDPê ya Amedê diyar kir, “Îro ji ber ku ew komploya li ser birêz Abdullah Ocalan em şermezar dikin çiqas asayîşa Amedê hebe hemû anîne vir û gelek kes desteser kirin.”

Parlementera HDPê ya Amedê Dersim Dag jî dibêje, “Ev gele ku hûn dixwazin hildin bin tecrîdê dê faşîzma we hildin bin tecrîdê. Gelê Kurd dê vê zîhnîyeta we bi berxwedana xwe hilweşînin.”

Herwiha li çendin bajarên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi jî rê nehat dayîn ku meş an xwepêşandan bên lidarxistin.

Li gor agahîyên nepiştraskirî li wan bajaran bi giştî 120 kes hatine desteserkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst