Parêzgeriya Amedê dibistana kurdî girt

10-10-2016
RÛDAW
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Parêzgeriya Amedê, Dibistana Ferzad Kemanger a bi kurdî perwerde dida zarokan da girtin.

 

Dibistana Ferzad Kemanger li navçeya Baglarê ya Amedê di sala 2013an de hatibû vekirin û bi zimanê kurdî perwerde dida, deriyê wê hat mohrkirin.


Mufetîşan bi ser Rêveberiya Perwerdeya Amedê ve piştî lêkolînê derbarê dibistanêde raporek amade kiribûn.


Li gorî rapora mufetîşan li dibistanê ne li gorî rêziknameya “perwerdeya milî” ders tê dayin. Parêzgeriya Amedê li ser rapora navborî biryara girtina Dibistana Ferzad Kemanger da.


Di dibistana Ferzad Kemanger de di pola duyemîn de 50, di ya yekemîn de 60 û di ya 3yemîn de jî 63 xwendekarên dibistanê hebûn. Herwiha li dibistanê 18 mamoste jî dixebitîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst