Goran biryara xwe ya derbarê hilbijartinên Kurdistanê de eşkere kir

10-09-2018
RÛDAW
Nîşan Tevgera Goran Hilbijartinên Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Civata Nîştîmanî ya Tevgera Goran di civîna xwe de biryar da beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bibin.

 

Biştî civîna îro ya Civata Nîştîmanî ya Tevgera Goran, endamê Civata Nîştîmanî Şêrwan Îbrahîm ji rojnamevanan re ragihand, ku di civîna xwe ya îro de biryar hatiye dayîn beşdarî hilbijartinên 30ê Îlonê yên Parlamentoya Kurdistanê bibin ku biryare roja 11ê Îlonê jî propagandayên hilbijartinan dest pê bike.

 

Şêrwan Îbrahîm da zanîn, ku di civînê de biryar hate dayîn dirûşma Goran a ji bo hilbijartinan jî “Ber bi Herêmeke dadperwer û xizmetgûzar” be û bang li hemwelatiyan jî kirk u beşdarî hilbijartinan bin.

 

Îbrahîm da xuyakirin, ku dê di hilbijartinên vê carê de mekanîzmayeke nû bixin kar û bibin xwedî xîtabeke nû û ciyawaz û got: “Roja 11ê vê mehê em ê li Silêmaniyê dest bi bangaşeya hilbijartinan bikin. Emê hewl bidin vê carê bi şêweyeke modern derkevin pêşberî xelkê Kurdistanê.”

 

Wî endamê Civata Nîştîmanî ya Tevgera Goran amaje bi sextekarî û hebûna navên dubare û miriyan di lîsteyên tomarên dengderan de kir û got: “Di hilbijartinên berê de sextekarî hate kirin. Eger vê carê jî hewl bidin sextekarî bikin dê bizmara jengî ya dawîn li lingê xwe bidin.”

 

Şêrwan Îbrahîm derbarê bi yekrêzî çûna Bexdayê ya aliyên Kurdî û projeya hevbeş a PDK û YNKê jî got: “Yekrêzî ne ew e em hemû bi hev re biçin Bexdayê, ya giring ew e ku em li Bexdayê çi xizmeta hemwelatiyên Herêma Kurdistanê dikin û çawa parastina mafên wan dikin.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst