Galeriya wêneyan

10-08-2016
17 Photos
RÛDAW

Hewlêr (Rûdaw) – Tablo p nivîsên cihên giştî tevliheviyeke bi Kurdî û Erebî ye û di serdaneke bo nav bazara Hewlêrê de derdikeve ku zimanê Kurdî li cihên giştî hatiye têkdan û şaşiyên nivîsînê tê de heye.

 

Li xwandingehan ve heta ku digihîje Zanîngehan û cihên din, hemûyan şaşiyên mezin dubare kirine û bi şêweyeke tevlihev ji her du zimanên Kurdî û Erebî hatine nivîsandin.

 

Bo mînak navê kesekî Kurdî yan Îngilîzî ye, navê bav û paşnavê wê Erebî ye, yan jî nav bi Kurdî hatiye nivîsandin û navê bavê wî bi Erebî.

 

Herwiha li hinek cihan tablo hene ku risteyên ser ne Kurdî ne û Kurdî ya ku hatî nivîsandin jî, ji wergera Erebî hatiye danîn, ku şaş e.