Li Êlihê barhilgirek şewitî: 4 mirî, 2 birîndar!

10-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Êlih Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê barhilgireke ku bare wê genim bû wergeriya û agir pê ket. Di encama bûyerê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Îro Duşemê 10ê Temûza 2023an li parêzgeha Êlihê nêzîkî Pira Kantarê barhilgireke ku barê wê genim bû ji rê derketiye û wergeriyaye. Piştî wergerandinê agir pê ketiye.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê û tenduristiyê çûne cihê bûyerê û midexaleya agir kirine.

Li gor zanyariyan şofêr û 3 kesên din li cihê bûyerê canê xwe ji dest dane û 2 kesên birîndar jî bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê hatine veguhestin.

Piştî bûyerê Parêzgarê Êlihê Ekrem Canalp çûye cihê bûyerê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst