Welatiyên Rojavayê Kurdistanê ji xirabiya nan bi gazin in

11-06-2019
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Kalîteya nan li Rojavayê Kurdistanê pir xirab bûye
Kalîteya nan li Rojavayê Kurdistanê pir xirab bûye
Nîşan Rûdawa Rojava Rojavayê Kurdistanê Ard Nan Gazin
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) – Kalîteya nan li Rojavayê Kurdistanê xirab bûye û welatî ji ber xirabiya kalîteya nan gazinan dikin. Rêveberiya Xweser jî dibêje, ku ardê wan yê sala pare û dê piştî meha 8an, ardê genim îsal bo nan amade be.

 

Zeviyeke zengîn bi genim, dewlemendtirîn navçe û bi banka Sûriyê di dabînkirina genim de tê naskirin lê nan bi vî awayî ye, ev xatûn xemgîn e, nan pêre ne tê firotin ne tê xwarin, ew dibêje niha rewşa nanê xwarinê li rojavayê kurdistanê di xirabtirîn ast de ye.

 

Froşiyara nan, Eyîşê Emîn ji Rûdawê re dibêje, ji ber xirabiya nan ew nikarin nanê xwe bifiroşin û nanê ku ew ji bo firotinê tînin, di stuyê wan de dimîne. Eyîşê Emîn herwiha dibêje, ji bilî ku ew nikarin nanê xwe bifiroşin, ew nanekî xirab jî dixwin.

 

Du nanxaneyên sereke li bajarê Qamişlo hene ku yek ji wan di bin destê hikumeta Sûriyê de ye û ya din bi hevbeşî di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê de tê birêvebirin.

 

Yek kîlo nan jî li gorî nirxê hikumî bi 5‪0‪ lîreyên Sûrî tê firotin lê xelk zêdetir berê xwe didin nanê bazarê ku bi 2‪0‪0‪ lîreyan tê firottin.

 

Çavdêriya Nanxaneyê, Xesan Hemo jî ji Rûdawê re ragihand: “Başbûna nan yekem tişt ji ard tê. Ya din li ser firnê û karînên me dimîne. Ardê ku ji me re tê, rêjeya terîtiyê çiqas têde hebe, ewqas nanê me nerm û xweştir dibe. Rojane em 12 hezar heya 15 hezar nanî derdixin, li gor îmkanên xwe.”

 

Rêveberiya nanxaneyan sedema xirabbûna nan jibo wê yekê vedigerîne ku ardê wan yê par e û niha dawiya wê ye, amaje bi wê yekê jî dike ku ji meha 8‪ ve ew dê genimê musima îsal bihêrin û bi ser nanxaneyan de belav bikin.

 

Berdevka Desteya Nanxaneyan, Firdews Elî dibêje: “Pirsgirêka me di ard de heye, derece sê û çar e. Herwiha dawiya ard maye û em li benda mûsima nû ne heya ku ardê nû bê. Ji bilî wan, amûrên me gelek xirab dibin, amûrên me gelek kevn in, ji destpêka firnê ku ava bûne heya niha heman ew amûr in. Eger amûrên me xirab binin, bi mehan dem jê re lazim e heya ku em çêbikin.”

 

Ji bilî du nanxaneyên sereke yên alî li rojhilat û rojavayê Qamişlo,3‪2‪ nanxaneyên nîv alî û kevir jî hene, xelk jî dibêjin bi neçarî ew nan ji wan nanxaneyan dikirin ku bi qasî çar caran ji nirxê nanê hikumî girantir e, vê yekê jî barê hejaran giran kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst