HAKPAR û Huda-Par: HDPê nehîşt em deng bînin

10-06-2015
RÛDAW
Amed - Hilbijartin
Amed - Hilbijartin
A+ A-

 

Amed (Rûdaw) –Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) û Partiya Doza Azad (Huda-Par) dibêjin, HDPê nehîşt ew di hilbijartinên Tirkiyê de dengên pêwîstî bidest bînin.

Di hilbijartinên giştî yên Tirkiyê de ku roja 7ê Hezîranê pêk hat, Partiya Demokratîk a Gelan, HAK-PAR û Huda-Par ji Bakurê Kurdistanê beşdar bibûn.

HDPê benda hilbijartinan derbas kir lê her du partiyên din dengên pêwîst bidest nexistin.

Rayedarên HAK-PARê dibêjin, HDPê nehîşt em dengên pêwîst bînin çimkî alîgirên me ji bo ku HDP bendê derbas bike, dengên xwe dan wê partiyê.

Lê Huda-Par ku namzedên bi awayekî serbixwe tevlî hevrikiya hilbijartinê bibûn, dibêje, alîgirên HDPê li hinek cihan endam û alîgirên Huda-Parê tehdîd dikirin ku dengên xwe nedin Huda-Parê ji ber wê jî wan nekarîn dengên pêwîst bidest bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst