“Rebîhe û Til Koçer di destê YPGê de ye”

10-06-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiyê deriyê Til Koçer ê sînorî Siyamend Mistefa ragihand ku îro serê sibehê hêzên arrtêşa Iraqê ji deriyê Rebîhe yê sînorî revaiyan û niha Rebîhe di bin kontrola hêzên pêşmerge de ye.

Siyasmend Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku «hêzên artêşa Iraqê îro dora saet 4ê sibehê ji deriyê sînorî yê Rebîhe û bjarokê Rebîhe reviyan”.

Bi gotin Mistefa, “deriyê sînorî yê Til Koçer li aliyê Rojavayê Kurdistanê û deriyê Rebîhe li aliyê Başûrê Kurdistanê di destê şervanên YPGê de ye”.

Rêveberiyê deriyê Til Koçer herwiha got ku “çekdarên DAÎŞê nêzîk 5 heta 10 km dûrî bajarokê Rebîhe ne û hêzên pêşmerge di nav bajarokê de ne”.

Berî niha fermandarê lîwaya 8 a Pêşabûrê ya hêzên pêşmerge Haşim Sîteyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku hêzên pêşmerge derbasî nav Rebîhe bûn û çekdarên DAÎŞê ji wir derkirin.


Rûpela “Sûriyê Mubaşer” a opozîsyona Sûriyê belav kiribû ku çekdarên DAÎŞê dest danîne ser deriyê Til Koçer.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst