HPG: 4 gerîlayan di şerên li Zap-Avaşîn de jiyana xwe ji dest dan

10-05-2022
RÛDAW
Nîşan HPG PKK Artêşa Tirkiyê Zap Avaşîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG), baskê çekdarî yê PKKê nasnameya 4 gerîlayên xwe aşkere kir û ragihand, li herêma Zap-Avaşîn di şer û pevçûnên li gel hêzên artêşa Tirkiyê de ew 4 endamên wan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê îro Sêşembê di dauxyaniyekê de aşkere kir, ku di meha Nîsanê de 2 gerîlayên wan li herêma Avaşînê û di Gulanê de li herêma Zapê 2 gerîlayên din di pevçûnên li gel artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.

HPGê diyar kiriye ku du ji gerîlayan ji bajarê Amedê, yek ji wan jidayikbûyê Semsûrê û yê din jî ji Stenbolê bûye.

HPGê nasnameya gerîlayan bi vî awayî belav kiriye:

Veysel Dirî bi navê kod Rêber Andok ji Amedê (Nîsana 2022, Avaşîn)

Baran Doymaz bi navê kod Armanc Kurdo ji Semsûrê (Nîsana 2022 , Avaşîn)

Ahmet Yener bi navê kod Botan Amed ji bajarê Amedê (Gulana 2022 , Zap)

Saît Gencer bi navê kod Çiya Garzan ji Stenbolê (Gulana 2022 , Zap)

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku Veysel Dirî sala 2011an tevlî refên PKKê bûye, demekê li Şingal û Rojavayê Kurdistanê bûye û endamekî Hêzên Taybet ên PKKê bûye.

Li gor daxuyaniyê, Baran Doymaz sala 2014an û Sait Gencer ê bi eslê xwe Bedlîsî jî sala 2019 tevlî refên PKKê bûne.

Artêşa Tirkiyê ji 17ê Nîsanê ve li sînorê navçeya Amêdî ya ser bi parêzgeha Duhokê ve û bi taybet li deverên Zap, Avaşîn-Basyanê li dijî PKKê operasyoneke nû bi navê operasyona Pence-Kilît daye destpêkirin ku hêj didome.

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan beriya çend rojan di daxuyaniyekê de gotibû ku ji destpêka operasyonê ve artêşa Tirkiyê 300 serbazên xwe ji dest dane.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî di daxuyaniya xwe ya 4ê Gulanê de ragihandiye, ku ji destpêka operasyonê ve heta wê demê 63 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst