Ev 5 rojin rojnamevanê Rûdawê Biradost Azîzî di zindanê de ye

10-04-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Rojnamevanê Tora Medyayî ya Rûdawê Biradost Azîzî ku roja yekeşmê bi tometa “teşhîrkirina Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û nebûna îqameyê” hatiye dadgehkirin, heta niha di zindaneke bajarê Silêmaniyê de ye.

Rojnamevanê Kurd Biradost Azîzî ku xelkê Rojavayê Kurdistanê ye û ev nêzîkî 10 salane li Başûrê Kurdistanê dimîne, roja yekeşmê li ser daxwaza dadgehê çû pêşberê dadgeheke Silêmaniyê.

Biradost Azîzî ev sal û nîve li dadgeheke Silêmaniyê li ser doza ku 2 alîgirên PYDê bi tometa “teşhîririna PYDê” li dijî wî vekirine, tê dadgehkirin. Lê ofîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Başûrê Kurdistanê li şûna PYDê ew yek red kir ku wan ti doz li dijî wî rojnamevanî li ti dadgehekê vekiribe.

Biradost Azîzî ku niha di Zindana Girtin û Veguhestinê (Tesfîrat) ya Silêmaniyê de girtiye, ji Rûdawê re got “Roja yekşemê ez çûm pêşberê dadgehê û ez matmayî mam ku doza min doza teşhîrkirina PYDê guheriye û bûye doza nebûna îqameyê”.

Azîzî di navbera salên 2004 û 2009 de di beşa ragihandinê ya zanîngeha Silêmaniyê de dixwend û ji wê demê û heta niha li gelek saziyên ragihandinê Ii Başûrê Kurdistanê kar kiriye.

Biradost Azîzî ew jî wek bi deh hezaran Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê bê îqame ye, ji ber ku ew wek penaber derbas bûne û ji ber rewşeke xirab a ewlekarî û aboriyê reviyane.

Rojnamevan Biradost Azîzî herwiha got “Ez jî wek her 250 hezar Kurdên Rojava yên ku li Başûrê Kurdistanê dimînin, bê îqame me, lê ez rojnamevanim û doza ku li dijî min hatiye vekirin, dozeke siyasî ye ne qanûnî ye”.

Ew rojnamevanê Kurd ku ev 5 rojin di zindanê de ye û aliyên peywendîdar qebûl nakin bi kefalet were azadkirin, dibêje “Madem ez ji ber nebûna îqameyê hatime girtin, bila min veguhêzin bajarê Hewlêrê, ji ber ev 2 salin ez li Hewlêrê dijîm û ez li saziyeke navdar a rgihandinê kar dikim”.

Heta niha nediyar e bê Biradost Azîzî dê were azadkirin an jî dê wî veguhêzin bajarê Hewlêrê yan na, lê tiştê diyar ewe ku ew rojnamevanekî Kurd e û ev 5 rojin di zindanê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst