Xwendekar bi otobosan ji Zanîngeha Dîcleyê hatin tehliyekirin

10-04-2013
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
A+ A-
Amed (Rûdaw) – Bûyerên ku 3 roj in di navbera dildarên Hîzbûllah û BDP’ê de didomin, bi lihevkirina parlamenterên BDP’ê û polîsan bi dawî bûn. Xwendekar niha bi nêzî 10 otobosên şaredariyan têne tehliyekirin.

 

Bûyerên ku di 8’ê nîsanê de li Zanîngeha Dîcleyê di navbera alîgirên Hîzbûllahê û BDP’ê de derketin îro jî berdewam kirin. Di şer û pevçûnên îro de 3 xwendekar bi derbên kêran hatin birîndarkirin. Polîsan 2 caran îro mudaxaleyê xwendekaran kir. Di encama mudaxeleyan de derdora 20 xwendekar hatin binçavkirin. Gelek xwendekar di fakûlteyên xwe de asê man. Piştre polîs ketin polên zanîngehê û hin xwendekar ji nava polan binçav kirin. Polîsan deriyên zanîngehê girtin û çûn û hatina zanîngehê qedexe kir. Polîsan nehişt ku çapemenî wêne û dîmenan bikişîne û gelek caran ew asteng kirin.

 

Piştre Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk, parlamenterên BDP’ê Ayla Akat, Nursel Aydogan û Seroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut hatin zanîngehê û bi polîsan re dest bi bazariyê kirin. Di encama bazarê de lihevhatin çêbûn û xwendekar bi nêzî 10 otobosên şaredariyê yek bi yek hatin tehliyekirin. Tehliyekirina xwendekaran hêj didome. Di dema tehliyeyê de Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî hate zanîngehê û xwendekar ziyaret kirin. Bûyerên ku ev 3 roj in didomin, bi temamî qediyan.

 

Aysel Tuglukê li vê derê daxuyaniyek da çapemeniyê. Tuglukê got berpirsyarên van bûyeran rektoriya zanîngehê ye. Tugluk, destnîşan kir ku rektora zanîngehê li cihê xwe nesekiniye, bersivên telefonê wan nedaye û zanîngehê ji polîsan re hiştiye. Tugluk, da zanîn ku ew rektoriyê weke sedema gurkirina van bûyeran dibînin.

Şerê Hîzbûllah û PKK’ê

Di salên 90’î de jî di navbera Hîzbûllahê û PKK’ê de şer hatibû destpêkirin û di encama vî şerî de bi hezaran kurd hatibûn qetilkirin. Herdu alî jî hêj derbarê wê demê de hev sûcdar dikin û bûyerên wê demê hêj nehatine ronîkirin. Li gorî çapemeniyê di wan salan de tenê li Farqîna Amedê 850 kurdên nêzî PKK’ê ji aliyê Hîzbûllahê ve hatine kuştin. Çapemeniya Hîzbûllahê jî îdia dike ku şer ji aliyê PKK’ê ve hatibû destpêkirin û PKK’iyan jî kesên oldar dikuştin. Herî dawî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Girava Îmraliyê di têbiniyên xwe de behsa Hîzbûllahê kiribû û xwestibû ev pirsgirêka di navbera wan de bê çareserkirin. Hîzbûllahê jî bi daxuyaniyeke nivîskî xwestibû ji bo lêkolîna vî şerî Komîsyoneke Rastiyan bê avakirin û xwestibû ev komîsyon ji aliyê bawermendên bê alî ve bê damezrandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst