Bazirganekî kurd zeviya xwe bi kirê da artêşa Iraqê!

10-03-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterekî Iraqê ragihand, ew kampa ku li devera Mexmûrê ji bo hêzên iraqî hatiye çêkirin, li hember 150 hezar dolarî bi kirê hatiye dayîn!

 

Komek hêzên iraqî ji bo operasiyona Mûsilê derbasî devera Mexmûrê ya Başûrê Kurdistanê bûye û dê bi awayekî demkî li wir bimîne. Ji bo mayîna wan, kampek hatiye çêkirin ku rûbera wê 10 donim e.

 

Parlamenterê Iraqê Henîn Qedo, ku kurdekî êzîdî ye û endamê fraksiyona Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîe ye jî, ji Rûdawê re got, hêzên iraqî yên ku derbasî Mexmûrê bûne, zeviya yekî kurd bi 150 hezar dolarî bi kirê girtine û tê de bicîh bûne.

 

Henîn Qedo diyar kir ku ew der di warê asayişê de baş nîne çimkî DAIŞ bi hêsanî dikare êrişî wir bike. Wî parlamenterê êzîdî her wiha rexne li artêşa Iraqê jî girt ku çima ewqas pere dane wî erdî.

 

Fermandeyê Pêşmerge li eniya Mexmûrê, Necat Elî ji Rûdawê re bûyera bi kirêgirtina wê kampê piştrast kir û got, ew kamp, zeviya bazirganekî kurd e û ji aliyê hêzên hevpeyman û artêşa Iraqê ve li hember 150 hezar dolarî û ji bo 10 mehan hatiye kirêkirin.

 

Necat Elî anî ziman ku ew zevî 10 donim e û di warê asayişê de jî baş nîne û got, me çend caran ji artêşa Iraqê re pêşniyar kir ku cihên baştir hene lê ew razî nebûn, çûn ew der girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst