Neviyê Şêx Seîd namzedê AK Partiyê ye

10-01-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Amed (Rûdaw) – Neviyê Şêx Seîd Muhammed Dara Akar ji bo Serokatiya Şaxa Parêzgeha Amedê ya AK Partiyê bû namzed.

 

Serokatiya Şaxa Parêzgeha Amedê ya AK Partiyê 25ê vê mehê dê kongerya xwe lidar bixe. Tê pêşbînîkirin di kongreya ku dê li Salona Seyrantepe Sporê bê lidarxistin de, Serokwezîrê Tikiyeyê Ahmet Davutoglu jî beşdar bibe.

 

Ji bo serokatiya şaxa Amedê Fehmî Kardeşoglu, Bakî Aksoy, Şafak Yenturk, neviyê Şêx Seîd Muhammed Dara Akar ku endamê Tevgera Azadiyê ye, namzedin.

 

M. Dara Akar ji Rûdawê re ragihand ku ji roja AK Partî hatiye damezrandin heta niha alîgirê wê ye û got AK Partiyê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê gevên girîng avêtine.

 

Dara anî ziman ku reformên pêvajoyê didomin û wiha domand:

 

“Heger ez neyêm hilbijartin jî, ji bo reform bidomin ezê bixebitim. Li herêma me pirsgirêkên aborî û civakî li benda çareserkirinê ne. Ji bo herêma me wekî stnadartên rojava pêş bikeve ezê hewl bidim. Min heta niha hertim alîkariya aliyên lewaz kiriye û ji niha û pê de jî ezê wisa bikim.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst