Nêçîrvan Barzanî û Serokkomara Macaristanê rewşa penaberan û pêkhateyan gotûbêj kirin

09-12-2022
RÛDAW
Nîşan Macaristan Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Katalin Novak
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomara Macaristanê rewşa penaberan û pêkhateyan gotûbêj kirin. Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokkomara Macaristanê spasiya Herêma Kurdistanê kir ji bo pêkvejiyan, lêborîn û parastina penaber û pêkhateyan bi taybetî pêkhateyên Mesîhî û Êzidî.

Îro Înê 9ê Kanûna Serokkomara Macaristanê Katalin Novak bi serdanekê gihîşt Herêma Kurdistanê û li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê di merasimeke taybet de ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Piştî şîvê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokkomara Macaristanê Katalin Novak re civiya. Li ser civînê Serokatiya Herêma Kurdistanê got, “Peywendiyên Macaristanê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, proseya siyasî û rewşa Iraqê bi giştî, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û guftûgoya çareserkirina pirsgirêkan, şerê li dijî terorê û metirsiya DAIŞê, rewşa penaberan û pêkhateyên li Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomara Macaristanê “daxwaza her du aliyan ji bo pêşxistina têkilî û hevkarî” di navbera Herêma Kurdistanê û Macaristanê de dupat kirin û “her wiha berdewamiya hevkarî û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna terorê û jinavbirina tevahiya DAIŞê pêwîst dîtin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ji serdana Serokkomara Macaristanê Katalin Novak bo Herêma Kurdistanê diyar kir û got, “Serdan nîşana piştevaniya Herêma Kurdistanê ye û spasiya Herêma Kurdistanê ji bo piştevaniya leşkerî ya Macaristanê bo Iraq û Herêma Kurdistanê di dema şerê dijî DAIŞê de gihande Serokkomara Macaristanê û her wiha ji bo alîkariyên mirovî yên Herêma Kurdistanê bi taybetî ji bo Mesîhî û Êzidiyan.”

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokkomara Macaristanê Katalin Novak jî kêfxweşiya welatê xwe ji bo rola Pêşmerge di têkşikandina DAIŞê de nîşan da û berdewamiya hevkarî û karê hevbeş li gel Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo jinavbirina terorê dûpat kir.

Serokomarê Macaristanê her wiha DAIŞ û teror wek metirsî li ser azadî û demokrasiyê bi nav kir û spasiya Herêma Kurdistanê jî kir ji bo pêkvejiyan, lêborîn û parastina penaber û pêkhateyan bi taybetî Mesîhî û Êzidî.

Di hevdîtinê de behsa peywendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de û bi welatên cîran û navçeyê re, giringiya parastina aramî û serweriya Iraqê, şerê Ukraynayê û encamên wê û çendîn mijarên din ên berjewendiya hevbeş hat kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst