Galeriya wêneyan

09-12-2022
15 Photos

Huner Reşîd

Îro Înê 9ê Kanûna Serokkomara Macaristanê Katalin Novak bi serdanekê gihîşt Herêma Kurdistanê û li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê di merasimeke taybet de ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin. Serokkomara Macaristanê ber bi parêzgeha Neynewayê (Mûsil) kir ji bo ku serdana du bajarokên Tilsiqof û Elqoş ên Krîstiyanan kir.

Serokkomara Macaristanê Katalin Novak bi serdaneke 2 rojî li Herêma Kurdistanê ye û biryar e roja Şemiyê bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re bicive.

Katalin Novak îro Înê serdana bajarokê Tilsiqof a Deşta Neynewayê kir.

Hejmarek mamostayên olî yên Mesîhî û  Wezîrê Guhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher di nav wan kesan de bûn ku li Tilsiqof pêşwaziya Katalin Novak kirin.

Katalin Novak paşê li Dêra Mar Gorgis bi oldarên Kiristiyan re hat cem hev û li wir dua kirin. Di heman dêrê de ji aliyê Metranê Tilsiqofê xaçeyek diyarî Katalin Nova hat kirin.

Katalin Nova îro derdora demjimêr 16:00an de serdana bajarokê Elqoşê yê Deşta Neynewayê kir û piştre vegeriya Hewlêrê.