Galeriya wêneyan

09-12-2021
9 Photos
RÛDAW

Li navçeya Kanîreş a ser bi Çewlîga Bakurê Kurdistanê ve ji duh ve berf dibare û herêm bi tevahî spî bûye.

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam e û Rêveberiya Saziya Keşûhewayê ya herêmê ragihandiye ku li herêmê bi giştî rewşa hewayê berf û baran e û dê berdewam be.

Li navçeyên Elbak, Payîzawa, Miks û Westanê yên ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve rêyên 83 gund û mezrayan ji ber berfê hatin girtin. Herwiha li Geverê 30 û li Qers û Erzinganê jî rêyên 69 gund û mezrayan hatin girtin.

Wêne: AA