72 sazî û dezgehên îslamî biryara Trump şermezar kirin

09-12-2017
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Urşelîm Îsraîl Amerîka Xwepêşandan Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê duh bi dehan hezar kurd daketin kolanan û biryara Serokê Amerîkayê Donald Tramp a derbarê Urşelîmê (Quds) de şermezar kirin. Çalakiya herî mezin jî li Amedê bû. Amediyan bang li misilmanan kir ku li hemberî vê biryarê bibin yek.

 

Mizgefta Mezin a Amedê ku gelek caran bu geşt û gûzariya baweriyê dikeve rojevê, vê carê piştî nimêja înê bû qada çalakiyên şermezarkirina Amerîka û Îsraîlê.


Li ber mizgeftê bi sedan kes, di bin pêşengiya 72 sazî û dezgehên îslamî de civiyan û biryara Serokê Amerîkayê Tramp a derbarê Urşelîm de şermezar kirin.


Ev sazî û dezgehên ku di hemû mijarên derbarê Filistînê de çalakiyên hevpar li dar dixin, heta niha ji bo Şengal, Kobanî û Kerkûkê tu çalakî li dar nexistine. Ew dibêjin dilê wan bi hemû bajarên Kurdistanê ve ye jî lê ji ber ku Kerkûkê encama xencereke navxweyî ye, ew neçar mane bêdeng bimînin.


Serokê ÎHHa Amedê Bariş Oktay ji Rûdawê re wiha got: “Kerkûk jî Şengal jî heta Mûsil jî bajarê Kurdistanê ye. Em vê baş dizanin. Li Kurdistanê jî perçe perçe ye. Kerkûk, Mûsil û Hewlêr perçe perçe ye. Xayîntî careke din dîsa ji nava kurdan derket.”


Ferzende Lale ku serokê Siberojên Ronî ye jî di vê çalakiyê de ye. Ew dibêje di mijarên Kerkûk, Sûr, Cizîr û hin bajarên din de ew nikarin bên ba hev. Lewre her saziyek cuda difikire. Lê di mijara Urşelîmê de hemû weke hev difikirin.


Serokê Ay-Dera Amedê/Siberojên Ronî Ferzende Lale wiha axivî: “Quds xeta sor e ji bo misilmanan. Ji ber vê ew muhîm e. Lê belê temamê alema îslamê Kerkûk, Şingal, Hewlêr û Amed, hemû ji bo misilmanan girîng in.”


Di çalakiyê de bi qasî mêran jin jî amade bûn. Hem jin û hem jî mêrên çalakger dibêjin Urşelîm stûna misilmaniyê ye, ger ew stûn biruxe dê misilmanî derbeyeke mezin bixwe. Ji ber vê yekê divê hemû misilman bi hev re, yekdeng bin.


Navenda çalakiyên şermezarkirina biryara Tramp a derbarê Urşelîmê de vê carê Amed bû. Lê li gorî pêşveçûnan mimkun e çalakiyên şermezarkirinê zêdetir bibin.


Roja Çarşemê 06-12-2017, Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara li ser, weke paytexta Îsraîlê nasîna Urşelîm îmze kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst