Galeriya wêneyan

09-11-2017
15 Photos
Behmen Şabazi

Hewraman (Rûdaw) – Li Hewramana Text ku dikeve Rojhilatê Kurdistanê, berhemanîna Sirkeya Hinarê dest pê kiriye.

 

Gundê Jîwar a ser bi bajarokê Sewlava ve ku dikeve parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, bi hinarên xwe navdar e û baxên Hinarê çavkaniya sereke ya deber û dahata rûniştvanên wî gundî ye.

 

Ji ber ku rewşa bazarê xirab e û hinarên cotkarên gundê Jîwar nayên firotin, xelkê gund weke gelek cihên din, hinarên xwe dikin Sirke û bo bajarên dinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hinarde dikin.

 

Peyva Jîwar di zimanê Kurdî de tê wateya Zindî. Gundê Jîwar dikeve başûrê Çiyayê Kosalan û pişt Çemê Sîrwanê.