Galeriya wêneyan

10-10-2022
17 Photos

Kargeheke cilûbergên Kurdî li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, cilûbergên Kurdî bo 5 welatên cîhanê hinarde dike.

Di kargeha cilûbergên Kurdî de hemû xebatkar keç in û rojane 150 parçe cilûbergên Kurdî tên dirûtin.

Ev kargeh bo jinan bûye derfeta kar.

Terzî Mehmet Demir ê Mêrdînî, xwediyê wê kargeha cilûbergên Kurdî dibêje, ew bi modelên nû cilûbergên Kurdî didirûn û ji bilî bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, wan cilûbergan bo 5 welatên cîhanê hinarde dikin.

Bi gotina Mehmet Demir, cilûbergên ku ew didirûn bo welatên Brazîlya, Fransa, Almanya, Hollanda û Swêdê tên hinardekirin.


Wêne: AA