Galeriya wêneyan

09-10-2018
26 Photos
RÛDAW

Şêxan (Rûdaw) – Cejna Cema ya Şêx Hadî ya taybet bi Kurdên Êzidî her sal di roja 6ê Cotmehê de dest pê dike û bo dema heft rojan berdewam dibe. Îsal jî piştî pênc salan, Kurdên Êzidî bi fermî Cejna Cemayê pîroz kirin.

Cejna Cemayê cenjeke sereke û pîroz a Kurdên Êzidî ye û îsal jî bi çendîn merasîmên cuda li Perestgeha Lalişê, ev cejn hatin pîrozkirin.

Wêneyên taybet bi vê cejna Kurdên Êzidî ji aliyê Omer Mizûrî ve ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatine şandin.