Dijeterora Kurdistanê li dijî DAIŞê operasyoneke mezin pêk anî

09-10-2018
RÛDAW
Dijterora Kurdistanê “toreke mezin a serçavên darayî yên DAIŞê” girt
Dijterora Kurdistanê “toreke mezin a serçavên darayî yên DAIŞê” girt
Nîşan Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Dijetrorê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dijeterora Herêma Kurdistanê a ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ji bo girtina “toreke mezin a serçavên darayî yên DAIŞê” operasyoneke hevbeş li gel hevpaymeniyê ragihand.

 

Birêveberiya Giştî ya Dijeterorê di daxuyaniyekê de ragihand,  ku piştî destûrgirtina dozgeriyê bi hevbeşiya li gel hevpeymaniya navdelwetî li dijî DAIŞê di operasyoneke serkevtî de di roja 6ê Cotmeha 2018a de, toreke mezina sereke ya serçavên darayî ya rêkxistina terorîstî ya DAIŞê hat girtin, ku li Iraq û Sûriyê kar dikir.


Birêveberiya Giştî ya Dijeterorê ya ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de baweriyê dide hemwelatiyan, “ku terorîst ti caran nikarin aramî û seqamdiriya Herêma Kurdistanê têk bibin. Hemû liv û tevgerêm terorîstan û hevkarên wan di bin çavdêriyê de ne  û li gor yasayê miameleyê li gel wan dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst