Arêz Ebdulla: Nakokî ew qas kûr bûne ku em nikarin yekrêz bin

09-10-2018
RÛDAW
Parlamenterê berê yê Parlamentoya Kurdistanê û endamê serkirdayetiya YNKê Arêz Ebdulla
Parlamenterê berê yê Parlamentoya Kurdistanê û endamê serkirdayetiya YNKê Arêz Ebdulla
Nîşan Arêz Ebdulla YNK PDK Yekrêzî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê serkirdayetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje, hevahengiya di navbera PDK û YNKê de li ser asta Herêma Kurdistanê, Iraqê û derve gelekî girîng e û dostên me yên li derve ji me dixwazin, ku hevahengiya me hebe, lê mixabin nakokiyên di navbera wan  de ew qas kûr bûne, ku êdî nabe ew yekdengî û yekrêziyê pêk bînin.

 

Parlamenterê berê yê Parlamentoya Kurdistanê û endamê serkirdayetiya YNKê Arêz Ebdulla di dema beşdarîkirina bulteneke Rûdawê de li ser rolê lîjneyên parlamentoyê û pişka Kurdan di nav wan lîjneyan de got, “Rola lîjneyan di parlamentoyê de gelekî girîng e. Karekî cidî û yekalîkirinê di nav lîjneyan de tê kirin. Karîgeriya lîjneyan di yekalîkirina kêşeyan de ew qas heye, ku holê parlamentoyê ne xwediyê wê rolê ye. Li holê parlamentoyê degndana yekalî tê kirin.”

 

Li gor Arêz Ebdulla di dabeşkirina lîjneyên parlamentoyê de dibe serokatiya lîjneyeke serwer an jî du lîjneyan bikeve ber Kurdan. Beriya niha beşa me wek aliyên siyasî yên Kurdistanê di warê serokê lîjneyê û cîgir û biryarder de dihat danîn û me jî bi hêsanî di navbera xwe de dabeş dikir. Lê niha mixabin ji ber kûrbûna nakokiyan li Herêma Kurdistanê, karîgerî li ser pêgeha Kurd û Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê jî çêbû.”

 

Endamê serkirdayetiya YNKê dibêj: “Em ji bo pêkanîna hikumeta Iraqê jî cuda guftgûyan dikin. Li Herêma Kurdistanê jî zû ragihandina encamên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê û qebûlkirina wan a ji aliyê aliyên siyasî ve girîng e.”

 

Ji bo çawaniya asta peywendiyên di navbera PDK Û YNKê de û karîgeriya li ser pêgeha Kurdan li Iraqê û pêkanîna hikumeta bihêz li Herêma Kurdistanê Arêz Ebdulla got: “Hevahengiya herdu aliyan û aliyên din bi taybetî li Bexdayê gelek girîng e. Ji bo nebûna hevahengiya me ya li Bexdayê ti hincet tune ye û em bêdeng nebin. Bi taybetî li ser mijara sazkirina çareseriyan.”

 

Arêz Ebdulla herwiha got: “Li Iraqê jî dostên me ji me dixwazin, ku bila Kurd ji bo pêkanîna hikumetê û  wergirtina serokên lîjneyên li parlamentoyê bi yek tîmê guftûgoyê li gel aliyên Iraqî bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst