Îbrahîm Gûçlû: Pirsgirêka Kurdan li gel dewletê ye

09-09-2020
RÛDAW
Mafnas Îbrahîm Guclu
Mafnas Îbrahîm Guclu
Nîşan Îbrahîm Guclu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mafnas û siyasetzan Îbrahîm Guclu ragihand ku pirsa Kurdan bi dewleta Tirkiyê re ye û divê di nav dewletê de hinek guhertin bên kirin ku pirsa Kurd çareser bibe.

Mafnas Îbrahîm Guclu beşdarî bultena 15.00 a Rûdaw TVyê bû ku taybet e bi Bakurê Kurdistanê û behsa serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, dijetiya li hemberî sembolên Kurdan û pirsa Kurd kir.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, danîna Ala Kurdistanê di dema civînên Serokê Herêma Kurdistanê û berpirsên Tirkiyê de bûye rojev û axaftinên zêde li ser têne kirin.

Berpirsê Rêxistina ÎYÎ Partiyê yê bajarê Sakaryayê Selçuk Kiliçaslan wêneyê hevdîtina Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Nêçîrvan Barzanî li ser twîtera xwe belav kir û ji çavuşoglu pirsî ye, “birêz wezîr xwarina we çi ye, şorbeya qepala ye?” Mebesta wî ji qepal ala Kurdistanê bû. Vê yekê jî li ser torên civakî gelekî deng veda.

Derbarê helwesta nijadperestên Tirk a li dijî sembolên Kurdan de Îbrahîm Guçlu ragihand ku avakirina îdeolejiya dewleta Tirkiyê, li ser himê “înkarkirina Kurdan” hate avakirin û piştî ku kemalîst li wî welatî bûne desthilatdar, gotine Kurd nîne û ew aqiliyet û kevneşopî heta îro berdewam bûye êdî ne tenê weke helwesta dewletê maye ew di nav xelkê wî welatî de jî belav bûye, lewma dijmintiya Kurdan tê kirin.

Îbrahîm Guçlu amaje bi wê yekê kir ku “nijadperetiya Tirkan a li hemberî dîrokî û domdar e û îro jî heye û got: “Nijadperestiya li Tirkiyê nijadperestiyeke birêkxistî ye û dewlet li ser bingeha nijadperestiyê hate avakirin. Dewletê nijad perestî di nav xelkê de belav kiriye û sivkatiyê de li hemberî sembol û hêjayên Kurdan dikin.”

Bi gotina Guclu ev zêdeyî sed salan e, Kurd li hemberî kiryarên nijadeperstî helwestê nîşan dide bi vê mebestê gelek rêxistin ava kirine û mafê Kurdan parastine û serxwebûna Kurdistanê xwestine, lê bi ser neketine.

Guclu destnîşan kir ku pirsa Kurdan ligel dewletê ye û divê di nav dewletê de guhertin çêbin û got: “Mesele tenê bi têkoşîn û daxwaza Kurdan nabe, divê Tirk jî bixwazin, mebesta min ji Tirkan dewlet e. Wek mina dema Turgut Ozal got ku li Tirkiyê Kurd hene û nifûsa wan derdora 12 milyonan e, ji bo bidestxistina hinek mafên Kurdan gelek guhertin çêbûn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst