ÎHD: Hêzên artêşa Tirkiyê ji hikûmetê cesreta kuştina sivîlan werdigrin

09-09-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yê Şaxê Amedê Racî Bilicî got, hêzên girêdayî artêşa Tirkiyê ji hikûmetê cesaretê werdigrin û sivîlan dikujin.

 

Serokê komeleya Mafê Mirovan yê Amedê Racî Bilicî di daxuyaniyekê bo çapemeniyê de got,ew firokên bêfirokevan û helîkopterên artêşa Tirkiyê destpêkê li Colemêrgê kesên sivîl gole baran kirin, piştre li Licêya Amedê.

 

Racî Bilicî da xuyakirin ku, eger dema ku ew hêzên xelkên sivîl li Colemrgê gulebaran kirine bihatine darezandin, hêzên din li Licê cesaret ne digrtin û sivîl gulebaran ne dikirin.

 

Bilicî anî ziman ku, hikûmeta Tirkiyê niha li ser wan sivîlên hatine gulebarankirin dibêje, ew sîxorin, lê ev gotin wê rê li pêşiya kuştina gelek kesên sivîl ji aiyê hêzên dewletê veke û ev gelek metirsîdar e.

 

Serokê Komeleya Mafê Mirovan şaxê Amedê dibêje, eger farmandarên wan hêzên ku li Colemêrgê gule berdana sivîlan bihatina darezandin, wê hêzên din li Amedê xelkên sivîl gulebaran nekirbana.

 

Herwiha Bilicî destnîşan kir ku, ew hêz ji rayedarên hikûmeta Tirkiyê hêzê werdigrin û bi awayekî keyfî xelkê gulebaran dikin.

 

Tê zanîn ku, ji ber ku parlementerê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, rexne li gulebarana sivêlan yên li Colemêrgê û Amedê kirin, wezîrê navxweyî yê Tirkiyê gef lê kirin û serdozgeran doz lê vekirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst