Bilez – Di Festîvala Fîlm a Duhokê de alozî derket

09-09-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurdistan Duhok Fîlm Festîvala Navdewletiya Fîlm a Duhokê Alozî
A+ A-

 

Duhok (Rûdaw) – Di Festîvala Navdewletî ya Fîlm a Duhokê de ji ber nimayişkirina fîlma Reşeba alozî derket.

 

Îro înê 9ê Îlonê 4emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlm a Duhokê li bajarê Duhokê hat sazkirin.

 

Piştî merasîma vekirina festîvalê, fîlma sînemayî ya Reşeba hat nimayişkirin.

 

Li gorî agahiyan, ji ber fîlma ‘Reşeba’ ku derbarê Kurdên Êzidî de ye, alozî di nava festîvalê de derket.

 

Li gorî agahiyan Rûdawê, hinek ji Kurdên Êzidî ku di merasîma pêşandana fîlma ‘Reşeba’ de amade bibûn, li hember naveroka fîlmê nerazîbûnek tund nîşan dane.

 

Fîlma Reşeba, ji aliyê derhênerê Kurd, Hisên Hesen ve hatiye berhemanîn.

 

Rêvebirê Festîvala Navdewletiya Fîlm a Duhokê, Eyûb Remezan derbarê aloziya li festîvalê de ji Rûdawê re ragihand: “Ewên ku şer û alozî çê kirin, li bendê nebûn, ku fîlm bi vî awayî bi dawî were.”

 

Eyûb Remezan herwiha got: “Hinek ji Kurdên Êzidî dibêjin, naveroka fîlmê rastiya jiyan û kultûra Kurdên Êzidî nîşan nade.”

 

Weke ku Rûdawê zanyarî bi dest xistin, Fîlma Reşeba behsa çîroka keçeke Kurd a Êzidî dike, ku weke dîl dikeve destê çekdarên DAIŞê.

 

Piştre ev keç ji destê DAIŞê tê rizgarkirin û vedigere nav malbata xwe.

 

Biryar e fîlma Reşeba di çendîn festîvalên navdewletî de jî were nimayşkirin, lê belê Kurdên Êzidî daxwaz kirine, ku beşa dawiya fîlmê were jêbirin û paşê ew fîlm beşdarî festîvalan bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst