Li Amedê tevlihevî

09-09-2016
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Amed Bakurê Kurdistanê Xwepêşandan Mamosta
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Li bajarê Amedê yê Bakurê li dijî dûrxistina hezaran mamostayên Kurd xwepêşandan hat lidarxistin, lê belê Polîsê Tirkiyê êrişî xwepêşanderan kir û alozî derket. Herwiha hêzên polîs 45 kes jî girtin.

 

Hikûmeta Tirkiyê bi biryarekê hezaran mamostayên Kurd li Bakurê Kurdistanê ji kar dûrxist. Li gorî agahiyan, Enqerê bi hinceta hebûna pêwendiyan wan kesan bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve biryara dûrxistina wê hejmara zêde ya mamostayan daye.

 

Li dijî wê biryara hikûmetê, xwepêşandanek mezin li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê hat sazkirin.

 

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê bo belavkirina xwepêşanderan li cadeyên Amedê amade bûn û daxwaz ji wan kirin, ku demildest dawî bi xwepêşandana xwe bînin, lê belê mamostayên nerazî li ser xwepêşandana xwe berdewam bûn.

 

Mamostayan di vê çalakiya xwe daxuyaniyek rojnamevanî dan. Di dema daxuyaniya rojnamevanî de, Polîsê Tirkiyê êrişî wan kir .

 

Hêzên polîs li dijî xwepêşanderan gaza rondikrêj û ava şid bi kar anî û ji ber wê yekê jî hejmarek ji xwepêşanderan birîndar bûn.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst