Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) Mistefa Hicrî ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka desthilata xwe heta niha li ser terorkirina kesatiyên Kurd berdewam e.
Bi minasbeta 30 saliya şehîdkirina Sekreterê PDK-Îyê Dr. Ebdulrahman Qasimlo û hevalên wî li Brûksel û çenda bajarên din ên Ewropayê çalakî birêve diçin.
Sekreterê Giştî yê PDKÎyê Mistefa Hicrî li Brûkselê di merasîma bi bîranîna Dr. Ebdulrahman Qasimlo û hewalên wî de gotarek pêşkeş kir û ragihand ku Îran li ser terorkirina kasatiyên Kurd berdewam e.
Mistefa Hicrî anî ziman Komara Îslamî ya Îranê her ji destpêka desthilata xwe û heya îro berdewam bûye li ser terorkirina kesatiyên Kurd û netewetên din.
Hicrî got: “Îran bûye sedema ne aramiyê li navçeya Rojhilata Navîn û herwiha bi siyaseta bêdengkirin û îdamkirin û girtina Kurd û çalakvanên sivîl li hundirê Iranê kar ji bo bihêzkirina desthelata xwe kiriye.”
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê bal kişande ser wê yekê heya niha zêdetirî 300 kesan ji endamên Hizba Demokrat ji aliyê Îranê ve hatine terorkirin.
30 sal bi ser terorkirina Sekreterê Giştî yê PDK-Îyê Dr. Ebdulrahman Qasimlo re derbas bûn, ku di di Tîrmeh a 1987an de li paytexta Nemsa bajarê Viyenna li ser maseya muzakereya bi Hikûmeta Îranê re hat terorkirin.
Qasimlo, bi komployeke dewleta Îranê li paytexta Avusturya Vîyenayê di dema danûstendîn dikir ji bo bi çareseriya pirsa kurd li Rojhilatê Kurdistanê ligel rayedarên Îranê ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin.
Dr. Ebdulrahman Qasimlo kî ye?
Ebdurehman Qasimlo xelkê Rojhilatê Kurdistanê bû û di sala 1930an de li gundê Qasimlo yê girêdayî bajarê Ormiyê li ji dayik bû.
Qasimlo piştî ku qonaxên destpêkên yên xwandinê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dawî kir, bo berdewamîdan bi xwendina xwe berê xwe da Ewropayê û xwandina xwe ya bilind di warê aborînasiyê de li paytexta welatê Çek û Slovakiya ya berê bajarê Pragê û herwiha li paytexta Fransa bajarê Parîsê bi dawî kir.
Qasimlo di dema mana xwe li Ewropayê de, pêwendiyek bihêz li gel kesatiyên akademîk û siyasetvanên welatên Ewropayê re çêkir û piştî ku ji Ewropa vegeriya Kurdistanê û wek Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) hat hilbijartin, bi pêwendiyên xwe yên bi siyasetvanên Ewropa re doza Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî û parçeyên din bi giştî ber bi pêş ve bir.
Di dema şoreşa gelên Îranê di sala 1979an de, ku partiyên Kurdî yên weke PDK-Î û Komele li Rojhialêt Kurdistanê bihêz bûn, Qasimlo zêdetir weke rêbereke karîzmatîk ê Kurd derket û di yekemîn hilbijartinên piştî şoreşa gelên Îranê, ew weke parlamenter û herwiha nûnerê Kurdan di Encumena Şarezayên Rêberiya Îranê de hat hilbijartina.
Qasimlo demek dirêj bi pêşmergeyên PDK-Îyê re li çiyayên Kurdistanê maye û derbarê rewşa Kurdan de pirtûk nivîsandine, ku navdrtirîn pirtûka wî bi navê Kurd û Kurdistan wek jêder di zanîngehên navdar ên cîhanê de bo lêkolînkirina ser gelê Kurd tê bikarbirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse