BAKÛRÊ KURDISTANÊ – Germa havînê bandore li sewalan jî dike

09-07-2017
RÛDAW
Bakûrê Kurdistanê
Bakûrê Kurdistanê
Nîşan Sewalderî Çinar Amed
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li Bakurê Kurdistanê kesên ku bi sewalgeriyê re mijûl dibin, bi tevî germa zêde mîh û bizinên xwe dibin çêrê û heta ku roj diçe ava, sewalên xwe diçêrînin. Germa zêde ne tenê bandorê li ser mirovan, di heman demê de bandorê li sewalan jî dike. Ji ber vê xelk pezê xwe rojê du caran ji bo hênikkirinê dibin nav ava çem û dişon.


Li Çinara navçeya Amedê, welatiyên ku sewaldariyê dikin, ji ber germê rojê du caran mîh û bizinên xwe di avê de hênik dikin.

 

Li gelek herêmên Bakûrê Kurdistanê, germahî ji 40 pleyî derbas dibe û ev jî bandoreke nerênî li ser ajelan çêdike.

 

Li  gundên Çinarê welatiyên, ku sewaldariyê dikin, ji ber germê, rojê du caran pezê xwe dibin çemê ku 3 kîlometreyan dûrî wan e û ji bo hênik bibin wan dixin ava çem.

 

Şehmus Sayan ê xwediyê pez dibêje: “Em ji bavûkalkê xwe ve vî karî dikin. Lê hetanî niha min germahiyek wiha neditiye. Ji ber germê em di nav rojê de carna dernakevin derve, lê divê em pezê xwe biçêrînin. Bi taybetî berx û karikên nû ji ber germê telef dibin."

 

Ji ber ku hewa ji nişkê ve zêde germ bû, xelk bi rojê nikarin derkevin derve. Lê hemwelatiyên ku koçeriyê dikin ji neçarî serê sibeha zû radibin û pezên xwe dibin çêriyê.

 

Hemwelatiyê bi navê Salih Seyan jî diyar dike: “Ev demeke dirêje me germek bi vî awayî nedîtiye. Ji ber germê dema em derdikevin derve, van kefiyên qalind li serê xwe dikin. Ji bo sewalên me jî pir germe. Ji ber germahiya zêde em wan dixînin nava avê û di avê de serê wan dişon."

 

Germahiya îsal pir zêde ye. Pir caran dereceya germê dibe 40-50 pile lê koçerên ku ji neçarî pezên xwe dibin çêrê.

 

Hesen Seyan jî dibêje: “Dema tav lê dide kevir mîna asfaltê germ dibin. Germahî zêdetir dibe. Gelek başe ku ev çem di vêre derbasdibe, eger ev çem derbas nebûya, em ê rastî zehmetiyên mezin bihatana.”

 

Alîkarê Rêveberê Çandinî û Ajeldariya Çinarê Mehmet Huseyînoglu balê dikişe ser germa hewayê û bandora wê ya ser ajelan û dide xuyakirin, ku ji ber germê ajel nikarin baş kîlo bistînin û herwiha ev yek bandorê li şîr û berhemên şîremeniyê jî dike.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst