HDPê dixwaze cerdevanî bi temamî ji holê rabe

09-07-2014
EHMED EKAŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji Parlamentoya Tirkiyê xwest ku derbarê 3 hezar cerdevanan de doz hatiye vekirin lê pêwîste lêkolîn û lêpirsîneke berfire derbarê tawanên hin cerdevanan ên li dijî gel bidin destpêkirin.

HDPê raportek derbarê pergala cerdevaniyê li Tirkiyê radestî parlamentoyê kir û tê de diyar kir ku “hebûna pergala cerdevaniyê li dijî rihê pêvajoya aştî û çareseriyê ye û yek ji astengiyên herî mezin li hember aştiya civakî ye û pêwîste bi temamî ji holê bê rakirin”.

Di raporta HDPê de hatiye gotin ku “li gor daneyên fermî, cerdevan  tevlî sûcên şewitandina 38 gundan, valakirina  14 gundan, 12 tacîz û destdirêjiya cinsî, revandina 22 mirovan, 294 êrîşên çekdarî, 50 înfaz, 70 xesp, 454 îşkence, bûyîna sedema 9 întîharan, şewitandina 17 qadên daristanan bûne”.

HDPê bal kişand ku “di nav 20 salan de jî 187 kes ji aliyê cerdevanan ve hatine kuştin”.

Dewleta Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê li hember şerê çekdarî yên PKKê di 27ê hezîrana 1985an de pergala cerdevantiyê destpêkir.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst