Daxuyaniya civîna Nêçîrvan Barzanî û Vladimir Putin

09-05-2018
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Vladimir Putin Rûsya Civîn Daxuyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Rûsyayê Vladirmir Putin li Moskowê di civînekê de ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re piştgiriya xwe ji bo gelê Kurdistanê û pêşvebirina peywendiyên di hemû waran de nîşan da, bi taybetî di warê aborî, civakî û enerjiyê de.

 

Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku li Moskowê, Nêçîrvan Barzanî li gel Vladimir Putin civiya û Putin piştevaniya xwe ji bo gelê Kurdistanê û berfirehkirina têkeliyên bi Herêma Kurdistanê re nîşan da.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvara roja çarşemê 09.05.2018ê li bajarê Moskowa paytexta Rûsyayê, li Meydana Sor, li gel mêvan û şandeyên bala yên welatan, beşdarî bîranîna serkeftina Şerê Mezin ê Niştimanî (Şerê Cîhanî yê Duyem) bû.

 

Piştî çalakiyên merasimê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Serokê Rûsyaya Federal Vladimir Putin li Koşka Kirêmlînê civiyan û her du aliyan têkeliyên dîrokî yên her du gelên Rûsya û Kurdistanê di qonaxên cuda de gotûbêj kirin û tekîd li ser zêdetir pêşxistina wan têkeliyan kir.

 

Di civînê de, Putin piştevaniya xwe ji bo gelê Kurdistanê û pêşxistina têkeliyên di hemû waran de û bi taybetî di warê aborî, enerjî û civakî de nîşan da.

 

Nêçîrvan Barzanî sipasiya Vladimir Putin kir ku ew ji bo serdana Moskowê vexwend û tekez kir ku Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li her pêngavekê ku bibe sedema pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê dike û hemû hêsankariyan pêşkeşî projeyên enerjiyê û sermayerazandina rûsî li Herêma Kurdistanê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst