Li Hezex jiyan rawestiyaye

09-04-2016
RÛDAW
Hezex
Hezex
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Operasyon û şer û pevçûnan wiha kiriye ku li navçeya Hezexa Şirnexê jiyan raweste û navçe bi tevahî wêran û kavil bibe.

Ligel berdewambûna operasyon û şer û pevçûnan li gelek navçeyên Bakurê Kurdistanê, lê deverên ku operasyon lê bidawî bûne, wek di dîmenan de diyar e, wêran û kavil bûne û ji xeynî ku mirov naxwiyên, ajelek jî nayê dîtin.

Navçeya Hezexê ya Şirnexê yek ji wan bajarokan e ku nêzîka 20 rojan şerê di navbera hêzên ewlekariya Tirk û şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) de lê berdewam bû. Artêşa Tirk bi hinceta rakirina berbest û tejîkirina xendekan, çep û rast navçe da ber guleyên topan û ev dîmenên ku dixwiyên derketin holê.

Ne tenê topbarankirin, teqendina mîn û mayînan ji aliyê herdu aliyan ve bû sedem ku piraniya avahiyan kavil bibin, dikan hilweşin, cade wêran bibin û li bajarok jiyan raweste, wek ku di dimenan de diyar e, pisîkek jî naxwiye, ji ber ew jî dizanin ku êdî bajarok ne cihê jiyanê ye.

Jêrxana navçeyê têk çûye, sîstema avê nemaye, dîrekên elektrîkê bi ser hevde ketine, avahî kun kunî bûne, wate kevir li ser kevir nemaye û welatî nizanin çi bikin.

Nifusa Hezexê ku 28 hezar û 500 kes e, niha piraniya wan koçberî bajar û bajarokên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bûne. Welatiyên navçeyê ji aliyên peywendîdar dixwazin ku hevkariya wan bê kirin lê heta niha nayê zanîn ka çiqas zerar gehiştiye navçeyê û çend avahî û dikan û mal xirab bûne. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst