27 sal di ser Raperîna Germiyan re derbas dibin

09-03-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Germiyan Kelar Kifrî Raperîn Kurd
A+ A-

Kelar (Rûdaw) – Îro roja Înê (09.03,20180 27 sal di ser Raperîna Germiyan û Kifrî re derbas dibin, yekem cihê ku Kurdan dest danî ser jî asayîşa Kelar bû.


Dilsoz Ehmed, yek ji wan ciwanan bû ku serdemekê ji ber destê hêzên asayîşa Basê dinaland. Dilsoz, di 27emîn salvegera Raperîna Germiyan de behsa girtin xizim û kes û karê xwe dike.


Her wê rojê bi armanca parastina Kelar û niştecihên wê Pêşmergeyên Kurdistanê çekên giran dibin ser Keleha Şêrwane, ji ber wê demê Firqeya 4 û Lîwaya Barq ji bajêr derneketibûn.


 

Pêşmergeyên Kurdistanê leşkerekî neçar dikin ku bi çeka xwe firokeyeke welatê xwe bixe xwarê. Pêşmergeyê Partîzan behsa şerê Keleha Şêrwane dike.


Piştî azadkirina Kelar bi hefteyekê, Hêzên Mucehidîn Xelq (Opozîsyona Îranê) bi armanca dagîrkirina Kelar tên, lê xelk û Hêzên Pêşmerge bi dehan kes ji wan dikujin û tankên wan jî dişewitînin.


Ew ciwanê ku yekem kes bû bi RPGê li tankekê da, wê demê 21 salî bû û niha di temenê 49 salî de qala wan rojan dike.



Roja 09.03.1991ê Raperîna Kelar dest pê kir. Roja piştre Hêzên Pêşmerge tên xwarê û berê xwe didin nehya Rizgarî, Serqela, Kifrî û gundê Kuleco, daku wan cihan jî kontrol bikin, lê şer di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de derdikeve û 10 Pêşmerge şehîd dibin.


Raperîna Başûrê Kurdistanê 5ê Adara 1991ê li Ranye dest pê kir û heta 21ê mehê piştî azadkirina Kerkûkê bidawî bû. Bi vî awayî damûdezgahên rejîma Basê ji Başûrê Kurdistanê hatin derxistin û hemû hêz û leşkerên wan hatin kuştin an jî ji Kurdistanê hatin derxistin.


Çend roj piştî raperînê, wek bersivekê hikûmeta Basê ya Iraqê bi hejmareke zêde ya leşkeran êrîşî Kurdistanê kir û koça giştî ya xelkê Kurdistanê ber bi welatên cîranê Iraqê jî dest pê kir.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst