Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê YNKyê diyar kir ku gotûbêjên PDK û YNKyê yên avakirina hikûmetê berdewam dikin û di çend rojên pêş de dê şandeyên bilind ên her du aliyan bicivin.
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre ji Rûdawê re got, "Niha PDK û YNK cuda cuda li ser wê reşnivîsê ku ji aliyê komîteya hevbeş a her du aliyan ve hatiye amadekirin gotûbêj dikin."
Komîteya teknîkî ya PDKyê ji Piştîwan Sadiq, Dilşad Şehab û Umîd Sebah pêk dihat û Piştiwan Sadiq serokatiya komîteya teknîkî dikir.
Komîteya YNKyê jî ji Rêwaz Fayeq, Şalaw Şêx Selah û Amanc Rehîm pêk dihat. Rêwaz Fayeqê serokatiya komîteya YNKyê dikir.
Li gorî gotina Sedî Ehmed Pîre, "Piştî ku gotûbêj li ser reşnivîsê temam bibin di çend rojên pêş de şandeyên bilind ên PDK û YNKyê dê bicivin.
Karên teknîkî yên reşnivîsê qediyane.”
3 meh bi ser hilbijartinan û zêdetirî 2 mehan jî bi ser rûniştina yekem a Parlamentoya Herêma Kurdistanê re derbas bûye lê hîn aliyên siyasî ji bo hilbijartina Serokatiya Parlamentoyê û Serokê Herêma Kurdistanê û pêkanîna kabîneya hikûmetê lihevnekirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse