Galeriya wêneyan

09-01-2019
13 Photos
RÛDAW

Rûdaw – AA

 

Bajarê dîrokî yê Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê, bi hezaran sal e ku gelek şaristanî li xwe girtiye û bi dehan cih û şûnwarên dîrokî û geştyarî lê hene, ku salane bi deh hezaran kes serdana wan cihan dikin.

Li Mêrdînê, mizgevtên dîrokî, dibistan û xwandingehên kevnar, dêr û kilîse, minare û gelek bîna û şûnwarên dîrokî hene, ku taybetmendiyeke ciyawaz dide vî bajarî.

Li Mêrdînê dengê banga mizgevtan û zengilê dêran tvlihev dibin û wê yekê nîşanî xelkê rêwî û geştyaran didin, ku ew bajar cihê pêkvejiyana pêkhetayên ciyawaz e ku bi aştî û biratî bi hev re dijîn.