Dihok (Rûdaw) – Şofêrekî din ê tirk li devera Şêxanê ya Dihokê, ji ber ku nasnameya DAIŞê re hebû, ji aliyê hêzên parastina bîrên petrolê yên wê deverê ve hat girtin.
Rayedarekî ji hêzên parastina bîrên petrolê yên devera Şêxanê ji Rûdawê re got, duh (8ê Çile) dema şofêrekî tirk ku dixwest bi tankera xw ve derbasî devera parastî bibe ji aliyê nobedaran ve hat girtin.
Wî jêderî da zanîn ku piştî pişkinîn û lêkolînê, nasnameyeke DAIŞê û hinek belegeyên din ku nîşan didin têkiliya wî şofêrî bi rêxistina DAIŞê re heye, di nav tankera wî de hatin dîtin.
Li gorî agahiyên ku ketine destê Rûdawê, navê wî şofêrî A. V ye, her wiha ew nasnameya ku mohra DAIŞê li ser bûye pê re hatiye girtin lê di nasnamê de nav û paşnavê Hz. Mihemed hatibûn nivîsandin.
Wî rayedarê hêzên parastina bîrên petrolê yên devera Şêxanê anî ziman ku ew şofêrê tirk ji şîrketeke petrolê ya Tirkiyeyê re kar dike û bi tankera xwe petrolê dibe Tirkiyeyê.
Sê roj beriya niha jî şofêrekî din ê tirk bi heman tohmetê û bi heman belgeyan hatibû girtin.
Nasnameya ku bi wî şofêrî re hatiye girtin
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse