Berdevkê Eniya Tirkmenî: Heger madeya 140 were cîbicîkirin dê şerê navxweyî derkeve

08-12-2022
RÛDAW
Nîşan Eniya Tirkmenî ya Iraqê Kerkûk Madeya 140
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Eniya Tirkmenî da zanîn ku avakirina wê komîteyê nabe sedemek ji bo cîbicîkirina madeya 140 a Destûra Iraqê û dê hemû hewl û tedbîrên pêwîst ji bo li dijî cîbicîkirina wê were wergirtin û anî ziman, “Eger madeya 140 were cîbicîkirin dê şerê navxweyî derkeve.”

Berdevkê Eniya Tirkmenî ya Iraqê Mihemed Seman roja Çarşemê 7ê Berfanbara 2022an nêrîna partiya xwe ya li ser avakirina komîteyeke bilind ji bo cîbicîkirina madeya 140 ya Destûra Iraqê ji Rûdawê re ragihand, “Em di wê baweriyê de ne ku madeya 140 nayê cîbicîkirin û em li dijî pêkanîna wê ne. Ji xwenîşandanan heta grevan em dê hemû rêbazan ji bo rêgirtina li pêkanîna wê bigirin, ji ber ku pêkanîna wê ne di berjewendiya pêkhateyên Kerkûkê de ye.”

Mihemed Seman got, “Em di wê baweriyê de ne ku cîbicîkirina madeya 140 a Destûra Iraqê dê bibe sedema şerê navxweyî di navbera pêkhateyan de, ji ber ku rewş hatiye guhertin û ne sala 2017an e. Niha hemû alî bûne xwedî hêz û komên çekdar û pirsgirêk mezintir bûye. Niha Kurd, Ereb û Tirkmen xwedî komên çekdar, komên çekdar ên eşîrî û Heşdî ne.”

Mihemed Seman anî ziman, “Ji ber du sedeman em ne bi avakirina komîteya madeya 140 re ne. Yekem, em di wê baweriyê de ne ku ev made di 31.12.2007an de bi dawî bûye lê her carê di roja avakirina hikûmeta Iraqê de, birayên Kurd bi taybetî Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê vê pirsê dikin mijara danûstandinê û pirsgirêka siyasî ye ku ji aliyê partiyên siyasî yên Iraqê ve tê desteserkirin û mijar dibe qurbaniya nakokiyan. Sedema duyem jî ew e ku behskirina çareseriya pirsa Kerkûkê bi pêkhateyên wê yên sereke dibe.”

Berdevkê Eniya Tirkmenî ya Iraqê got, “Em di wê baweriyê de ne ku Kerkûk û navçeyên din ne navçeyên nakok ên di navbera hikûmeta federal a Iraqê û Herêma Kurdistanê û Hewlêr û Bexdayê de ne lê navçeyên nakok ên di navbera pêkhateyên Kerkûkê de ne û divê ew çareseriyeke guncaw bibînin.”

Êvariya roja duşemê 28ê Mijdara 2022an li mala Mam Celal a li Bexdayê, civîna xula Heypeymaniya Rêvebirina Dewletê bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê, Serokê Parlamentoya Iraqê û hejmareke serkirdeyên hevpeymaniyê ku di nav wan de YNK û PDK jî hebûn birêve çû.

Endamê şanda YNKê û Wezîrê Dadê yê Iraqê Xalid Şiwanî di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, “Yek ji xalên lihevkirina avakirina hikûmetê jî avakirina Komîteya Bilind a Cîbicîkirina Madeya 140 e ku ji sala 2014an ve hatiye rawestandin. Vê yekê valahiyeke mezin ji bo destpêkirina proseya Erebkirinê li Kerkûk û navçeyên din ên çêkiriye.”

Xalid Şiwanî got, Komîteya Bilind a Cîbicîkirina Madeya 140 ji nû ve hatiye avakirin û dê di 10 rojên bê de dest bi karê xwe bike.

Partiyên Kurdistanî pêşwaziya wê biryarê kirin û hinek aliyên Ereb jî dibêjin, ew kar dikin ku biryar bi serkeve lê Eniya Tirkmenî li dijî wê biryarê ye.

Mihemed Seman ji bo herêmên nakok çareseriyên alternatîf nîşan dide û tîne ziman, “Neteweyên Yekbûyî di sala 2018an de serpereştiya civîna partiyan a sala 2018ê li Kerkûkê dikir û îro jî berdewam dike. Wê demê Tirkmen û Kurd li ser mijara zeviyên çandiniyê li hev kirin lê birayên Ereb razî nebûn. Piştre Tirkmen û Ereban li ser hilbijartinên encûmenên parêzgehê û postê parêzgariyê li hev kirin ku birayên Kurd red kirin.”

Mihemed Seman nêrîna Eniya Tirkmenî ya li ser madeya 140 a Destûra Iraqê û navçeyên din ên nakok diyar kir û anî ziman, “Pirsgirêka Kerkûkê û navçeyên din ên parêzgehên din dê bi lihevkirina di navbera pêkhateyên wan deveran de tê çareserkirin. Wek mînak bi dabeşkirina postên Kerkûkê li ser her sê pêkhateyên sereke bi rêjeya %32 bo her civakekê, her wiha Kerkûk bibe herêmeke serbixwe, ji ber ku herêmeke serbixwe dê di warê aborî û warên din de xizmeta Kerkûkê bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst