Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: Biryara li ser Qudsê xelet e

08-12-2017
RÛDAW
Nîşan Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Urşelîm Amerîka Filistîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê biryara Serokê Amerîkayê ya derbarê Urşelîmê de “bi tundî red” kir û daxwaza hilweşandina vê biryarê kir.

 

Civata Siyasî ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand: “Em bi tundî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê weke paytexta Îsraîlê naskirina Qudsê red dikin.”

 

Yekgirtûya Îslamî dibêje: “Em vê biryarê xelet dibînin û ev biryar li dijî hemû mislimanan û bi taybetî jî li dijî gelê Filistînê ye.”

 

Di daxuyaniya xwe de Yekgirtûya Îslamî diyar dike, “Ev biryar dibe sedema zêdebûna pirsgirêk, ne seqamgirî û aloziyan, ku Rojhilata Navîn li dest wan dinale. Herwiha dibe sedema zêdebûna tundî û pevçûnan, ku komên terorîstan hewl didin bikar bînin.”

 

Yekgirtûya Îslamî daxwazê ji saziyên navdewletî û raya giştî ya cîhanê jî kir, ku ji bo hilweşandina vê biryarê kar bikin.

 

Roja Çarşemê 06-12-2017, Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara li ser, weke paytexta Îsraîlê nasîna Urşelîm-Qudsê îmze kir. Hevdem biryar da balyozxaneya Amerîkayê veguhezine vî bajarî. 

 

Biryara Trump li seranserê cîhanê û bi taybetî jî li cîhana îslamî deng û karvedaneke berfireh re rê vekir.

 

(N.S)

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst