Serokê Dadgeha Doza Kobanî ji kar hat dûrxistin

08-11-2021
RÛDAW
Nîşan Doza Kobanî Bahtiyar Çolak
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yek ji parêzerên dosyaya Kobanî Mesut Ozer ji Rûdawê re piştrast kir ku Serokê Dadgeha 22 ya Cezaya Giran a Enqerê Bahtiyar Çolak ku taybet bi Doza Kobanê hatibû erkdarkirin, ji kar hatiye dûrxistin.

Mesut Ozer, yek ji parêzerên dosyaya Kobanî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got, bi egereke zêde dûrxistina Serokê Dadgeha Doza Kobaniyê ji ber “rewşa xirab a tendirustiya wî” bûye.

Parêzer Mesut Ozer got, “Serokê Dadgeha Doza Kobaniyê Bahtiyar Çolak ev demek bû pirsgirêkên wî yên tendirustiyê hebûn. Weke ku hûn jî dizanin berê bi vîrusa Covid -19 ketibû. Ji bo demekê nekarî beşdarî rûniştinê bibe. Li gorî agahiyên ku ketine destê me, pirsgirêkên tendirustiyê yên Çolak didomin. Dûrxistina Bahtiyar Çolak ji peywirê em difikirin ku bi pirsgirêkên tendirustiyê yên wî re têkildar e.”

Doza Kobanî ji ber protestoyên dijî êrîşên DAIŞê yên ser bajarê Kobanî yên di 6-8ê Cotmeha 2014an de dijî hevserok, şaredar û sedan endam û alîgirên HDPê hatiye vekirin. Di wê dozê de, Hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de bi giştî 108 kes tên darizandin.

Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, di 6-8ê Cotmeha 2014an de ji aliyê HDP û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça ser Kobanî bi dawî bibe, xeteke mirovî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û veguhastina çekan bo DAIŞê li ser sînorên Tirkiyê were rawestandin.

Li gor raporta Komelaya Mafên Mirov a 7-12ê Cotmeha 2014an di wan bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabûn, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê yên wê demê, zerar gehiştibû 1113 avahiyan jî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst