Endamên Kongreya Amerîka: Bila Kongre komkujiya êzîdiyan wek jenosîd binase

08-11-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke Kongreya Amerîkayê kir.

Duh danê êvarê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li bajarê Hewlêrê pêşwazî li şandeke Kongreya Amerîka bi serokatiya Dana Rohrabacher û Steve King kir.

Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Dana Rohrabacher bi navê şanda mêvan axivî û pesnê gel, hikûmet û hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê da di şerê li dijî DAIŞê, hewandina penaberan û kirîza darayî de.

Dana Rohrabacher her wiha diyar kir ku dê hewl bidin Ameîrka û hêzên navdewletî li ser alîkarîkirina hêzên Pêşmerge berdewam bin û da zanîn, wan ji Kongreya Amerîka re pêşniyar kirine ku komkujiya ku bi ser kurdên êzîdî û mesîhiyan de hatiye, wek jenosîd bê naskirin.

Li gorî nûçeyê, Serokwezîr Barzanî spasiya şanda mêvan, welatên endamên hevpeymaniya dijî DAIŞê bi taybet Amerîka kir ku di şerê DAIŞê de alîkariyê didin Pêşmerge û got, lê ji bo nehîştina xetera terorê divê hîn zêdetir alîkariya Pêşmerge bê kirin ji ber ku tenê Pêşmerge kariye tevahiya planên terorîstan pûç bike û bişkêne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo hewlên endamên Kongreya Amerîka ji bo jenosîdnasandina komkujiya kurdên êzîdî û mesîhî jî spasiya şanda mêvan kir û got, ev yek ji daxwaziyên serekî yên Hikûmeta Kurdistanê ye.

Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku Herêma Kurdistanê çi ji dest bê dê ji bo parastina koçber û penaberên ku ji ber şer reviyane Kurdistanê, bike lê ji ber kirîza darayî pêwîstî bi alîkariyên zêdeitr heye.

Hat gotin ku di civînê de pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û welatên Rojhilata Navîn bi taybet pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî hatine axaftin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst