VÎDEO – Çûnûhatin li Cizîra Botan qedexe ye

08-09-2015
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Ji ber qedexekirna derve ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li ser rêya îpekê ya navnetewî wesayît hatine sekinandin.

 

Li gorî agahiyan ji ber ku ev 5 roj in li navçeya Cizîrê ya Bakurê Kurdistanê, derketina derve û çûnûhatina navçeyê hatiye qedexekirin, li ser rêya bajêr TIR, kamyon, tanker û otobûsên rêwingiyan hatine rawestandin.

 

Rêwingî û ajakokar dibêjin, ew 3 roj in li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hatine sekinandin û ji ber vê yekê jî ew mexdûr bûne.

 

20 ajakoran ku li kamyonên xwe çêlek barkirine dibêjin, wan ji bajarê Mêrsînê çêlek anîne û dixwazin wan bibin Başûrê Kurdistanê, lê ve sê roj in ew li Nisêbînê hatine sekinandin û alif ji bo çêlekên wan nema û ew ditirsin ajalên wan bimirin.

 

Herwiha ajakor bertekên xwe nîşandan û gotin rayedarên dewletê ji bo wan ti alîkarî nekirine.


















Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst